Li halekê de şer û pevçon li navbera taqimên tundajo û hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, hêzên Kurdî heta nêzî bajarê Minbicê pêşrewî kirine û aliyên siyasiyê Kurd daxwaza yekgirtinê dikin.
Li halekê de desthilata nû ya Sûriyê hewla aramkirina rewşa wî welatî dide û naxwaze berwajiyê yasayên navnetewî reftar bike, lê hêj çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê bi tevavî rohn nîne, ji aliyek beşek ji hêzên deshilatdariya nû ya Sûriyê amdeyê danûstandin digel Kurdan û dana beşeke zêde ji mafê Kurd in, aliyeke din ji hêzên desthilatê, bi awayekî tund, êrîş dikne ser gund, dever û bajarên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê û xelk û hêzn Kurdî li deverê, neçar bi bersivdan bi wan êrîşan in.
çend rojan Berî niha Hêzên Kurdî bi taybet YPG û ENKS bi hev re digel desthilata nû ya Sûriyê danûstandin kirine û her 2 aliyan jî pêdegirî li ser hevdengî û yekgotariya Kurd li danûstandin digel desthilata nû ya Sûriyê de kirine.
Geniral Mezlûm Kobanê bo evê ku çi hêcetek bo êrîş û gefên Turkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nemîne, li 2 daxuyaniyên cuda de ragihan: Wan ti peywendiyekî rêkxistinî û îdolojîk digel PKK ê de nîne, û heçî girîlayek ku xelkê sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nebe, divê ji livê derkeve.
Ji aliyê din ve hem Amerîka û hem Îsraîl, bi sedema berxwedana Kurdan li hember girûp û taqimên terorîstî û bi taybet Hêzên Kurd li hember DAÎŞê bi hewcehiyeyeke hestiyar dibînin û piştevanî li Kurdan dikin û çendîn caran jî daxwaz ji berpirsên welatê Tirkiyê kirine ku dest ji Kurdan berdin.
Amerîkayê ragihandiye ku Hêzên Kurdî, rola bingehîn û serekî li şikandin û jinavbirina girûpa terorîstiya DAÎŞê de hene û niha jî hewcehî bi hebûna wan e.