Wezîrê Derve yê desthilta nû li Sûriyê, hûşdarî da rêjîma Îranê ku xwe ji berfirehtirkirina aloziyan li Sûriyê biparêze û rêzê ji îradeya xelkê û mafê desthilatdariya netewî û ewlehiya wî welatî bigre.
Roja Sêşemî 4ê Befranbarê “Es`ed Hesen Sîbanî”, Wezîrê Derve yê dewleta nû li Sûriyê, bi belkavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de huşdarî da rêjîma Îranê ku xwe ji berfirehtirkirina aloziyan li Sûriyê biparêze û rêzê ji Îradeya xelkê û mafê desthilatdariya netewî û ewlehiya wî welatî bigre”.
Herwisa navbirî li derheq axaftinên berpirsên Îranê huşdarî da û ragihand ku Sûriye, berpirsên rêjîma Îranê bi sedema paşhatên axaftinên wan ên vê dawiyê, bi berpirsyar dizanin”.
Tevî ku Wezîrê Derve yê Sûriyê îşareya serast bi navê ti berpirsekî rêjîma Îranê nekir lê renge ew li berteka axaftinên “Elî Xamineyî” de be ku roja Yekşemiyê daxwaz ji xelkê Sûriyê kiribû li li hember desthilata nû ya Sûriyê berxedanê bikin.
Ji aliyek din ve dewleta nû ya Sûriyê, mijûlê tomarkirina şikayetekê li dijî rêjîma Îranê ye, û ragihandiye ku rêjîma Îranê li tepeserkirina nerizayetiyan û jinavçona jêrxanan li Sûriyê, piştevanî li rêjîma Beşar Esed kiriye û daxwza qerebûkirina 300 milyard Dolarî ji rêjîma Îranê dike.
Piştî revîna Beşar Esed ji Sûriyê, rêjîma Îranê daxwaza 30 milyard Dolar ji Sûriyê kiribû û îdia kiribû ku ew deyna rêjîma Beşar Esed bi rêjîma Îranê ye, lê dewleta nû ya Sûriyê, ew yek bi micîdî red kir û ragihand ku divê rîjîma Îranê bi sedema cinayetên şer ên ku li Sûriyê de kirine, bersivê bide û xisareteke 300 Milyard Dolarî bide Sûriyê.