Rêjîma Îranê li girtîgehên xwe li sernaserê Îranê de zêdetir ji 7 kes bidar vekirine ku pêştir ji aliyê dadgehên rêjîmê bi tohmetên cuda, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Sêşemî 4ê Befranbarê, 2 bira yên bi navên “Elî Maniyan temen 27 salî û Casim Maniyan ê temen 31 salî” li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatine bidarvekirin ku pêştir bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Herwisa lê vê rojê kesek ku nasnavê vî nehatiye zanîn li girtîgeheke rêjîmê li parzêgeha Fars hate bidarvekirin û “Davûd Qulcayî” yê temen 28 salî jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê de bê hevdîtin digel malbatê, hate bidarvekirin.
Roja pêştir jî Hemûd Muradiyan ê xelkê bajarê Fîrûzabadê ser bi parêzgeha Luristanê li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê û Emîn Ferehmend li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, hatine bidarvekirin.
Li 29ê Sermawezê de jî Ramîn Kebîrî, xelkê Sayînqelayê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de hate bidarvekirin.