Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, bê belgeya yasayî êrîşkirine ser mala 3 ciwanên Kurd li du gundên ser bi bajarê Bokanê û ew binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Roja Sêşemî 4ê Befranbarê, hêzên îtilalata rêjîmê li bajarê Bokanê, bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala “Soran Erşed û Hêmin Behramî yê temen 36 salî” yên xelkê Gundê “Gulolana serî” û herwisa mala “Kawe Ustuwar”, ê xelkê gundê “Ebasabad”ê ser bi bajarê Bokanê û ew 3 ciwanên Kurd binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî hêzên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina wan welatiyên Kurd de, tevî çêkirina rewşe bi sam û tirsandinê li dema êrîşkirin bo ser wan welatiyan, ti belgeyeke yasyî nebûne.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.
Girtina neyasay, ya welatiyên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh berdewam e û li wan çend rojên derbasbûyî, zêdetir ji 13 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê “Serpila Zehaw”ê û zêdetir ji 15 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi sedemên nexuya hatine binçavkirin û ti zanyariyek li derheq tohmetên sepandî û herwisa cihê ragirtina wan welatiyan jî li ber dest nîne.