Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê Kuştina Îsmaîl Heniye bi fermî li stuyê xwe girt

17:56 - 25 Kanûna pêşîn 2024

Wezîrê Berevanî yê Îsraîl ragihand ku Îsraîlê li kuştina Îsmaîl Heniye, serokê Hemasê li bajarê Têhranê de rol hebûye, ew yek li halekê de ye ku Îsraîlê heta niha li derheq vê kuştinê, bêdeng bû.

Îsrael Katz, Wezîrê Beravanî yê Îsraîl bo yekem car ragihand ku Îsraîlê li kuştina Îsmaîl Heniye, serokê milîsên Hemasê, li bajarê Têhranê de rol hebûye û herwisa navbirî bi tekezî ragihand ku  îsraîl dê derbên giran bi Hûsiyên Yemenê jî biweşîne.

Heta niha Îsraîl li derheq kuştina Îsmaîl Heniye, bêdeng bû lê axaftinên Wezêrê Berevanî yê Îsraîl dide xuya ku Îsraîl rewşeke tundtir li hember rêjîma Îranê li pêş xwe girtiye.

Rêjîma Îranê bi rêya kesên wek Îsmaîl Heniye, Hesen Nesrullah û çendîn kesên din ên berpirsên milîsên ser bi rêjîma Îranê, Xeze, deverên rojava yên qiraxava çemê Ordonê, Sûriye û Lubnan dane kawilkirin û bi rêya Hûsiyan jî dê yemenê bide kawilkirin.

Berpirsên Îsraîlî li ser vê bawerê ne ku derba herî giran bi Hûsiyên Yemenê divê rasterast bi rêjîma Îranê be û bê alîkarî û piştevaniya rêjîma Îranê Hûsiyên Yemenê şiyana birêvebirina kiryarên terorîstî û fitneyên zêdetir nînin.