Hêzên itîlaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Bokanê de bav û kurek bi awayekî tundûtîj û bêrêzîkirinê, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, roja 10ê Sermawezê, hêzên itilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Bokanê de bi kincên medenî, bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdula Qulîzade” û ev digel kurê wî yê bi navê “Hêmin Qulîzade”, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Herwisa li raporên belavbûtyê de îşare bi vê yekê hatiye kirin ku hêzn îtilaata spaha pasdaran a trorîst, li dema binçavkirina wan welatiyên Kurd de mala wan vekolane û dest bi ser hejmarek ji alavên wan ên kesin de girtine.
Hêzên dijemirove îtilaata spaha pasdaran li dema binçavkirina wan welatiyan de tevî bêrêzîkirinê, reftareke hovane û tundutîj digel wan kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li serheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî bav û kurî de û herwisa cihê ragirtina wan çi zaniyariyek li ber dest nîne.