Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

DAÎŞ aloziyên li Sûriyê bo berfirehtirkirina cihê xwe bi kar tîne

10:23 - 26 Kanûna pêşîn 2024

Li halekê de ku binke û paşmaweyên rêjîma Beşar Eseds û rêjîma Îranê li çolên Sûriyê de bi cih mane û rêjîma Îranê hewla alozkirina Sûriyê dide, derfet bo DAÎŞê peyda bûye ku kiryarên terorîstî û cihê xwe berfirehtir bikin.

Çavdêrê Mafî Mirovî li Sûriyê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku DAÎŞ, valatiya ewlehî û aloziyên bi sedema operasiyonên serbazî yên vê dawiyê û valabûna binkeyan li çolên Sûriyê ji aliyê rêjîma Beşar Esed bo xwerêkxistinkirinê bi kar tîne.

Pêka vê raporê, li wan çend heftiyên derbasbûyî de  DAÎŞê 6 êrîş li çolên Sûriyê de encam dane ku bi sedema wan êrîşan 52 serbaz ên Sûriyê û 18 kesên medenî hatine gullebarankirin û li wan 2-3 rojêpn derbasbûyî de 9 şivan li çola Sûriyê li derdora Humsê hatine gullebarankirin.

Ji aliyê din ve rêjîma Îranê bi axaftinên çewt û xapîner, hewla jirêderxistina beşek ji xelkê Sûriyê bi taybet Şîeyan dide ku li hember desthilata nû ya Sûriyê bisekinin û li vê derheqê de dewleta nû ya Sûriyê bi tundî û micidî huşdarî daye rêjîma Îranê.

Li halekê de li hinek cihan de li Sûriyê, xwenîşandan hatine kirin, rêjîma Îslamiya Îranê û DAÎŞ, vê yekê bo zêdetirkirina bandora xwe li Sûriyê bi kar tînin û hewlê didin wan aloziyan zêdetir bikin.