Mamostayên malnişînkirî, ajotvan û xwediyên kamiyonan û kedkarên pîşeya neft û gaza Îranê, zêdetir ji 3 kombûnên nerizayetî bi rê ve birin.
Roja Çarşemî 5ê Befranbara 1403 a Rojî, Mamostayên malnişînkirî li bajarê Kerecê li rûberûyê bînaya îdareya perwerde û hînkariya rêjîmê ya parêzgeha Kerecê kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza vergirtina %60 a paşmaya hiqûqên salane û malnişînkirinê û birêveçona astbendî û vekhevkirina hiqûqan kirin.
Li bajarê Kaşanê de jî ajotvan û xwediyên kamiyonan li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan kombûna nerizayetiyî lidar xistin û pêdegirî li ser nerizayetiya xwe li derheq nedadperweranebûn a dabeşkirina bar ji aliyê sendîkaya xwediyên kamiyonan ve kirin.
Roja pêştir jî hejmarek ji kedkarên pîşeyî yên neft û gaza Îranê li palavtingeha Gaza Fecir li bajarê “Cem”ê ser bi parêzgeha Xuzistanê, nerizayetioya xwe li derheq pêrenegihştina berpirsan bi daxwaziyên wan, serastnekirina astbendiya kar, vekhevnekirina heqdestan û vergirtina zêdehiyan, li hewşa vê şirketên de kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.