Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Pawê, mamostayekî olî yê xelkê wî bajarî ku pêştir jî li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de çendîn caran bo îdareya Îtilaat a rêjîmê hatibû gazîkirin, li bajarê Pawê de binçav kirin.
Pêka rapora “Hengaw”ê roja Sêşemî 4ê Befranbarê, mamosta “Mihemed Mihemedî” xelkê gundê “Mîrawelî”yê ser bi bajarê Pawê, ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma Îranê ve hate binçavkirin, navbirî li şoreşa Jînayê de jî bi sedema axaftinên xwe li mizgevtê de li derheq vê tevgerê, çendîn caran bo îdareya îtilaat a bajarê Pawê hatibû gazîkiirin û ji pêşnimêjiya gundê “Tazawa”yê jî hatibû derxistin.
Pêka rapora Hengawê, ew mamostayê olî bo dabînbkirina hewcehiyên jiyana xwe li vê dawiyê mijûlê Kolberiyê bû û li tevgera Jin Jiyan Azadî”yê de piştevanî li xwenîşanderan dikir û çendîn caran kevtibû ber gefxwarinên îtilaata rêjîmê.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û herwisa cihê ragirtina wî welatiyê Kurd nehatiye zanîn.