Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê her diçe zêdetir dibe

10:48 - 26 Kanûna pêşîn 2024

Pêka dawî amarên belavbûyî çendîn kesên din ku pitir welatiyên Kurd in li girtîgehên rêjîmê li çendîn bajarên Îranê de hatine bidarvekirin û li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, girtiyekî xwe kuşt.

Roja Çarşemî 5ê Befranbarê “Mihemed Kûşekî” xelkê bajarê Kuhdeştê ku pêştir bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de bi xwarina hebên Metaftamîn(Methamphetamine), dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa li vê rojê de 3 girtî bi navên “Mesûd Celîliyan” ê xelkê bajarê Kirmaşanê û “Hesen Mensûrî” xelkê Kûhdeeştê” û herwisa “Hamid Pakdamen” xelkê bajarê Hemedanê, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de “Esxer Xefarî” temnen 38 salî li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê “Qum”ê de hatiye bidarvekirin,.

Roja pêştir jî “Edbdulrehman Ishaqzêhî” kurê “Melikebdul” ku xelkê Efxanistanê û bavê 6 zarokan e li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatiye bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de “Elî Rehmxanî xelkê devara “Şahîwend” a bajarê Çiginî ser bi parêzgeha Luristanê li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Nehawendê ser bi parêzgeha Hemedanê hate bidarvekirin.

Rêjîma Îranê, bidarvekirinê wek alaveke serkutkirinê bi taybet li hember xelkê “Kurd û Belûç” bi kar tîne.