Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên HSDê dest bi ser enbareke cebilxaneya DAÎŞê de girtin

10:51 - 26 Kanûna pêşîn 2024

Hêza dijeteror a HSDê li bajarê Reqê de li operasiyonekê de dest bi ser 2 zirêpoş û çendîn cebilxaneya hêzên DAÎŞê de girtin, pêka gotina wan hêzan, xelkê bo peydakirian vê binkeya DAÎŞê, hevkarî digel hêzên Dijeteror a HSDê kirine.

Pêka raporeke belavbûyî li roja Çarşemî 5ê Befranbarê, Hêza dijeteror a HSDê li nêzî girtîgeha Romîle li bajarê Reqê de li operasiyoneke berfireh de dest bi ser 2 zirêpoş û çendîn cebilxaneya hêzên DAÎŞê de girtin, pêka gotina wan hêzan, xelkê bo peydakirian vê binkeya DAÎŞê, hevkarî digel hêzên Dijeteror a HSD kirine.

Pêka vê raporê li çendîn cihên bajarê Reqê de hêj kesên ser bi DAÎŞê mane.

Hêza dijeteror a HSD ragihandiye ku bi hevkariya xelkê dê li operasiyonên xwe li dijî DAÎŞê berdewamb bin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê, bi berdewamî li jêr gefa çedkdarên hêza Sûriya Azad û DAÎŞê de ne û heta niha jî qedera xelkê Rojavayê Kurdistanê li aloziyên li Sûriyê de rohn nebûye.