Bi sedema destêverdanên rêjîma Îslamiya Îranê û paşmaweyên rêjîma Beşar Esed li Sûriyê, rewşa aramiya bajaran bi taybet bajarên Hums û Demişqê aloz bûye.
Tevî ku hêza Tehrîr El-Şamê hêzên paşmaweyên rêjîma Beşar Esed efû kiribûn ku ji her cure tolhildan û kuştinê parastî bin, bi sedema destêwerdanên rêjîma Îranê û handana wan bo dijayetîkirin digel desthilata nû ya Sûriyê, li bajarê Demişqê û çend cihên din, hejmareke ji xelkê, xwenîşandan kirine.
Hêzên Tehrîr El-Şamê tevî huşdarîdan bi rêjîma Îranê ku destêverdanê li Sûriyê neke, rû bi milîsên ser bi rêjîma Îranê û paşmaweyên rêjîma Beşar Esed, ragihandine ku dest ji çekên xwe berdin û xwe ji axaftin û kiryarên fitnesaz û cudaker û şûm ên rêjîma Îranê biparêzin.
Bi sedema tundûtîjiya li nav xwenîşandana paşmaweyên rêjîma Beşar Esed, 2 kes ji hêzên Tehrî El-Şamê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne û herwisa çend kes ji paşmaweyên rêjîma Esed jî hatine kuştin û birîndarkirin.
Rêjîma Îranê bi handana Şîeyan û paşmaweyên rêjîma Beşar Esed, hewla alozîxistinên metirsîdar li navbera girûp û herwisa dijayetîxistin li navbera Sunî, Şîe û kirîstiyanên li Sûriyê de dide û li bajarê Humsê ew alozî li navbera Şîe û Suniyan dijwartir bûye û li bajarê Demişqê de jî dara sersalê ku ji aliyê kirîstiyanan ve bo sersala nû ya zayînî hatibû danîn, agir berdanê.