Azadîxwaziya jinan ji kevnar ve heya niha!
N. Eskender Ceiferî
Rewşa jinan di hemû serdeman de li welatên cuda, ji hev cuda bûye. Rast e berî hatina Îslamê, çanda xelkê li Îranê cuda bû lê dîsa jî di gelek serdeman de jin rastî zulmê dihatin. Wê demê Kurdistan, beşek ji Îrana nû yan jî welatê Pars ê wê serdemê nebû. Rewşa jinan li welatê Mad û Mezopotamya ji rewşa wan li bal Part hinek çêtir bû.
Di serdema Îlamiyan de asta herî zêde ya serdestiya zilaman tê dîtin. Mafê evîndariyê li bal keçan tine bû. Bav, dikarî rasterast ji keça xwe re hevjînekî hilbijêre û pişt re keça wê, dibû milkê malbata zava. Hexamenişiyan, hinek rewşa jinan baştir kir. Êdî keç û jinan dikarîn bibin xwediyên milk û malan û ji dayîk yan jî bavê xwe mîratan bigirin. Dîsa jî rê ji wan re nedihate dayîn da ku beşdarî çalakiyên civakê bibin. Heya niha ti kevirnivîseke wê serdemê nehatiye dîtin ku wêneyê jinan li ser wê hebe. Li Text Cemşîda Farsan mînakek nayê dîtin ku mafê jinan, di wê serdemê de parastî be. Lê li Taqwesana Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê wêneyên hin jinan jî tên dîtin. Ev jî dide xuyakirin ku rewşa jinan li Kurdistan yan jî welatê Mad hinek çêtir bûye.
Di serdema Sasaniyan de, yekemîn jin ku karî di posta yekem a rêveberiya welat de cih bigire, Pûranduxt bû.
Ev jî di demekê de bû ku carna welatê Part hewl dida welatê Kurdan dagir bike û hertim pevçûn çê dibûn.
Ev rewş heya serdema Sefewî û Qacaran jî berdewam bû. Mafê jinan, tenê rêvebirina karûbarên malê bû. Jina ku di dema pêryoda heyvane de bi zilamê xwe re razaba, diviyabû bihata kuştin. Ev gotin ji tev desthilatdarên navçeyan re hatibû şandin û dihate bicîkirin.
Yekemîn car piştî 150 salan beriya niha çalakiyên jinan di asta cîhanî de destpê kirin.
Li cografiya siyasî ya Îranê jî di salên di navbera 1905'an de heya 1911'an jinan karîbûn beşdarî şoreşê bibin. Li Kurdistan û Luristanê di wan salan de civat û saziyên veşartî yên jinan hatin avakirin û êdî ew li hemberî desthilatdariyê beşdarî meşên nerazîbûnê dibûn.
Jinan di wê serdemê de ji xwe re grûpên çekdarî ava kiribûn. Jina Lur bi navê Meryem Bextyarî bi çekdarên xwe re çû Tehranê û li hemberî Qezaqan şer kir. Lê tevî hemû kar û xebata wan, yasaya ku di wê şoreşê de hatibû pejirandin, mafên jinan binpê dikirin. Jinan jî weke tawanbaran, nedikarîn di hilbijartinan de deng bidin.
Piştî hatina dîktatorê faşîst bi navê Rizaşayê Pehlewî, rewş hinek hate guhertin. Rizaşa di sala 1933'an de bi Mistefa Kemal Paşa avakerê Komara Tirkiyê re hevdîtin kir. Rizaşa biryar da li zanîngeha Tehranê, jin jî bikarin weke xwendekar beşdarî korsên rojane bibin. Lê tişta xirab ev bû ku wan rê nedida kes hicabê bide serê xwe. Sala 1934'an fermana rakirina hicabê derket. Çapemeniyên jinan rastî givaşê hatin ji bo ku rastiya bûyerê nebêjin. Ev jî, ji xwe binpêkirina mafên jinan bû.
Xelkê, êdî li wî welatî rengê azadiya ol dîtibû lê dîsa jî nedikarîn azadane hîcabê bicî bikin. Eger karê wan bi siyasetê neketa, karê rêjîmê jî bi wan neketibû.
Serdemên herî zêrîn ji bo jinan li Kurdistanê, dema şoreşa Simko, Komara Agirî û Komara Kurdistanê bûn ku di wan serdeman de jin jî tevlî şoreşê bibûn.
Piştî Pehlewiyan, şîeyan bi rêberiya Xumeynî serî hildan. Xumeynî ji sala 1979'an ve piştî ku hate ser kar, dest daniye ser hemû navendên çandî. Êdî jinan nedikarîn bê hicab ji malê derkevin. Wî got Îran welatekî Îslamî ye û ev dîn jî rê nade jinan ku bê hicab bigerin.
Ji wê demê ve heya niha hewlên cudakirina keç û xortan li zanîngehan hene û çendîn zanîngehan jî ev biryar bicî kiriye.
Sala 2007'an beşdariya jinan li Îranê di çalakiyên civakê de ji 93 welatan pileya 87'an hebû. 2009'an Îran weke şeşemîn binpêkara mafên jinan hate binavkirin. Civata Cîhanî ya Aboriyê ragihand ku Îran di nav 134 dewletan de ji bo bikaranîna jinan di postên girîng de ketiye pileya 128'an. Heya niha jî asta dahata zilaman li wî welatî tevî rêjeya bilind a bêkarî û hejariyê, bi qasî nêzî sê caran ji a jinan zêdetir e. Gelek xebatên siyasî hene ku jin nikarin bikin. Ew herwisa nikarin bibin dadwer.
Gelek jin tenê ji ber rexnegirtin ji hicaba bi zorê têne girtin û rastî îşkenceyê tên. Jinek li Îranê ne dikare bibe serokkomar ne jî wezîra yek ji wezaretên girîng.
Ew li wî welatî nikarin ji bo dîtina lîstikan jî derbasî nav stadyomên sporê bibin. Roja cîhanî ya jinan li Îranê qet bi awayekî fermî nayê pêşwazîkirin. Ew kesên ku bi rengekî veşartî jî rêwresman di wê rojê de lidar dixin, ji aliyê saziyên ewlehî ve rastî gefê tên. Roja jinan li Îranê tenê roja mirina Fatime keça pêxemberê Îslamê ye ku têde rêwresmên olî têne lidarxistin.
Lê hisaba Kurdan ciyawaz e. Ji havîna 2022an ve mezintirîn şoreşa jinan di asta cîhanê de li ser destê keçên Kurd bi pêşengiya Jîna Emînî li dijî dagirkariya Tehranê li Kurdistanê dest pê kir û heya niha jî her didome.