
Rêjîma Îranê 2 kes ên xelkê bajarê Tewrêzê ku li sala 1401 a Rojî de li rêya li navbera Zencan-Tewrêzê de hatibûne binçavkirin, bidar vekirin.
Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî li Îranê, 2 binçavkirî yên bi navên” Emîn Xusrewî û Seîd Esedzade” ku li sala 1401 a Rojî de bi tohmetên pêwndîdar bi madên hişber û kuştina bizanebûn hatibûne binçavkirin û piştre hatibûne dadgehîkirinê, li roja Dûşemî 16ê Pûşperê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de hatine bidarvekirin.
Pêka vê raporê ev 2 binçavkirî li dema lipeyketina hêzên rêjîmê li rêya Zencan-Tewrêzê de hatinbûne binçavkirin û li vê lipeyketinê de polîsekî rêjîmê hatibû kuştin.
Dadgeha rêjîmê bi tohmetên pêwndîdar bi madên hişber û kuştina bizanebûn, li dosyeke hevpar de sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandibû.
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina xelkê Îranê bi taybet gelên Kurd û Belûç bi kar tîne.