
Li roja Dûşemiyê 16ê Pûşperî, Binyamîn Neytanyaho, Serokwezîrê Îsraîl serdana Amerîkayê kir û li destpêlkê de hevdîtin digel Stîv Wîtkaf ê nûnerê Amerîka li Rojhilata Navîn û Marko Robiyo yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê hevdîtin kir.
Serokwezîrê Îsraîl li vê hevdîtinê de li çarçoveya alîkariyên stratejîk ên Amerîka û îsraîl bi taybet guherînên deverî û rawestan li hember rêjîma Îranê danûstandinên hûr kirin.
Biryar e ku îro Sêşemî 17ê Pûşperê, Binyamîn Netanyaho li cêşna serkevtina şerê 12 rojeya digel rêjîma Îranê de beşdar be û tevî hevdîtin digel Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê, li ser mijarên girîng ên Rojhilata Navîn bi taybet rêjîma îslamiya îranê, danûstandinê bike.
Donald Trump li dawî axaftinên xwe de li derheq biryarên rêjîmê bo berdewamkirina bernameya meyandina Uraniyomê û herwisa gefa li deverê, gotiye: “Ez hivîdarim ku em careke din digel rêjîma Îranê tûşî şer nebin, rêjîma Îranê dizane em çi dixwazin û dibe dest ji bernameyên xwe yên navkî û mûşekî berde, ev hêla sor e û em vê derfetê nadne rêjîma Îranê.