Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Zahidanê, alîkariyên mirovî digehînine penaberên Efxanî

11:43 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li berdewmya tirajîdiya mirovî ya bi sedema biryara rêjîmê bo derxistina penaberên Efxanî, rewşa penaberan li asta qeyrana mirovî de ye û bi taybet li Zahidanê xelk hewla gihandina alîkariyan bi wan didin.

Pêka raporên belavbûyî yên Belûçistanê, qeyrana mirovî ya nebûna av, nan, derman, nebûna sîber, nebûna hewcehiyên destpêkî bi taybet li nêzî kempa penaberên Efxanî li bajarê Zahidanê, her berdewam e rêjîma Îranê jî bi zanebûn û hovanetir ji berê rewşa vê qeyranê dijwartir dike.

Xelkê Belûç bi taybet li bajarê Zahidanê û derdora vê, tevî hemû kêmiya îmkanatan û hejariya piraniya herî zêde ya xelkê deverê, hewla dabînkirin û gihandina alîkariyên mirovî bi wan penaberan didin ku piranî, jin, zarok û kesên bi temen in, û nan û avaê ser sifreya xwe bo wan dibin.

Hejmara penaberên Efxanî ku rêjîma Îranê hewl dide ji Îranê derxe sedan hezar kes in.