Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl çeteyeke nihênî yên spaha Quds li başûrê Sûriyê de binçav kirin.

11:45 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2025

Artêşa îsraîl ragihand ku roja Duşemî 16ê Pûşperê, li operasiyonekê de li demjimêrên şevê, girûpeke nihênî ya spaha Quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst li gundê “Tel Kodene”yê li devera stratejîk a bilindahiyên Gulanê, li başûrê Sûriyê de eşkere û binçav kirine.

Herwisa Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, li vê derheqê de ragiahniye ku hêzên Artêşa Îsraîl li gundekî ser bi devera “Quneytre”yê li bilindahiyên Gulanê de piştî vekolîna çend malan 2 kes ku bira bûne binçav kirine.

Ev duyemîn operasiyona Artêşa Îsraîl bo peydakirina girûp û çeteyên spaha quds a spaha pasdaran a terorîs li vê heftiyê de bûye.

Heta niha dewleta Sûriyê li vê derheqê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.