
Şirketa deryavanî ya “Ambrî” ragihand ku gemiyeke barhigir bû armanca Hûsiyan ku 4 kes bêserûşûn bûne, Amerîka û Birîtaniyayê li vê derheqê de huşdarî dane Hûsiyan.
Piştî êrîşa bi diron, gemiyên bombrêjkirî û mûşekan a Hûsiyên Yemenê bo ser gemiya barhilgir a “MV, Magic Seas” ku bi alkaya Lîbêriya li 69 kîlometriya bajarê Elhodeydeyê re derbas dibû, bû sedem ku ev gemî nuqum bibe, balyozên Amerîka û Birîtaniya li Yemenê tevî huşdarîdan bi Hûsiyan ragihandine ku ev êrîşa hovane, canê xelkê û jîngeh xistiye metirsiyê.
Ji aliyê din ve şirketa “UKMTO” a Birîtaniyayê ragihand ku bi sedema vê êrîşê, agir kevtyiye nav gemiyê û gemiyeke din a ticarî, kesên li vê gemiyê de rizgar kirine.
“Yehya Serî`i” ê berdevkê serbaziya Hûsiyan ragihand ku ev gemî bi tevavî nuqim bûye.