
Pêka raporeke Nûçegihaniya BBC, zêdetir ji %95 a berpirsên Hemasê jinav çone û zêdetir ji %80 a axa Xezê, ji destê Hemasê derkevtiye û devera Refeh bi tevavî li jêr kontrola Îsraîlê de ye.
Pêka rapora BBC ku digel berpirsekî Hemasê hevpeyvîn kirye lê navê wî eşkere nekiriye, Îsraîlê li heyama wan 2 salên derbasbîyî de derbên gelek giran û herifîner bi Hemasê xistine û zêdetir ji %95 a berpirsên Hemasê jinav çone û zêdetir ji %80 a axa Xezê, ji destê Hemasê derkevtiye.
Pêka vê raporê, kontrol bi tevavî ji destê Hemasê derkevtiye û ti rêberiyek wan nemaye ‘ aloziyeke tevav li nav Hemasê de heye.
Hejmarek ji girûpên alîgirê Îsraîl li Xezê de ku bi girûpa Ebû Şebab têne naskirin, alîkariyê didin Artêşa Îsraîl.
Pêka raporên belavbûyî, Hemasê, tevî ku alîgirên xwe ji dest dane, gelek dujmin jî bo xwe çêkirine û bihêzbûna girûpeke din li Xezê, bi wateya dawîhatina tevav bi Hemasê ye û Hemas ji vê yekê gelek ditirse.