Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi awayekî hovane, ciwanên Kurd binçav dike

11:55 - 28 Kanûna pêşîn 2024

Hêzên Îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane, li bajarê Pîranşarê de 2 kes û li bajarê Şinoyê de jî 4 kes bi awayekî tundûtîj, bi lêdan û kutanê, binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka rapora Kurdpayê, Roja Înê 7ê Befranbarê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bi êrîşkirin bo ser mala “Bêhzad Mehmûdî û Aram Mihemedî”, xelkê bajarê “Peswê” ser bi bajarê Pîranşarê bi awayekî tundûtîj û bi lêdan û kutanê, ew welatiyên Kurd binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Herwisa roja Pêncşemî 6ê Befranbarê, hêzên îtilaat a rêjîmê, 4 ciwanên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Murad Ebdula Omerî, Nûredîn Melaelîzade, Tofîq Emînî û Mihemed Bêhrûzî” li êrîşkirina bo ser malê wan de deriyê malên wan şikandine û bi tundûtijiyê bi lêdan û kutanê, ew welatiyên Kurd binçav kirine.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, dest bi ser mobaylên wan û hejmarek ji mobaylên malbatên wan de girtine.

Hêzên dije mirovahî yên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî û bi awayê xoseranê êrîşkirne ser mala wan welatiyan û bi tundîtîjî, lêdan û kutanê, ew binçav kirine.

 Heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçacvkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan, bi serastî nehatiye zanîn.