
Rêjîma Îranê 3 welatiyên Kurd û hevwelatiyekî Belûç li girtîgehên xwe li bajarên “Cîroft, Kerec û Gunabad”ê de bidarvekirin ku pêştir bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja Pêncşemî 6ê Befranbarê, “Es`ed Emînî” yê temen 27 salî, xelkê bajarê Serdeştê û “Saman Fexrî” yê temen 33 salî xelkê bajarê Banê ku li sala 1400 a rojî de ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê de , hatine bidarvekirin,.
Herwisa li vê rojê de hevwelatiyekî Belûç ê bi navê “Ebdullah Naroyî” ku li sala 1399 a rojî de ji aliyê dadgeha rêjîmê sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê de hate bidarvekirin.
Li sibêdeha roja Çarşemî 5ê Befranbarê jî, “Mesûd Celîliyan”, xelkê bajarê Kirmaşanê ku 7 salan berî niha ji aliyê dadgeha rêjîmê sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hate bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser wan girtiyan de sepandibû.
Rêjîma Îranê bidarvekirina xelkê Îranê bi taybet “Kurd û Belûç an” wek alavek bo tirsandin û tepeseriya zêdetir bi kar tîne û îsal rêjeya bidarvekirinan gelek zêde kiriye.