Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê birayê şehîdekî şoreşa Jînayê binçav kir

11:59 - 28 Kanûna pêşîn 2024

Rêjîma Îranê birayê Şehîd “Îsmaîl Gulenber” ê xelkê Ciwanroyê, bi sedemeke nexuya binçav kiri û bo ciheke nexuya veguhastiye, herwisa qedera binçavkiriyekî xelkê bajarê Bokanê jî nexuya ye.

Li demjimêrê şeva Çarşemî 6ê Befranbarê, “Îbrahîm Gulenber” welatiyê xelkê bajarê Ciwanroyê û birayê Şehîdê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, “Îslamîl Gulenber” li dema digel malbata xwe ji bajarê Têhranê bo Ciwanroyê vedigeriya, li nêzî bajarê Bîstûnê ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma îslamiya Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.

Şehîd “Îsmaîl Gulenber” li pêvajoya şoreşa Jînayê de li roja Dûşemî 30ê Xezelwerê, li dema bi axspartina 2 şehdên şoreşa Jinayê yên bi navên “Behaeddîn Weysî û Îrfan Kakeyî” bi gulleya rasterast yê hêzên serkuker ên rêjîmê şehîd bû.

Herwisa qedera welatiyekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Efşîn Saêdî” ku li 4ê Befranbarê ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîmê ve hatibû binçavkirin û bo ciheke nexuya hatibû veguhastin, piştî derbasbûna çend rojan hêj nexuya ye û ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wî welatiyê Kurd li ber dest nîne.