Serkomarê rêjîma Îranê îtiraf bi neşiyana rêjîmê li dabînbkirina hiqûqên karmendan û herwisa padaşa perestar û malniuşînkiriyan kir.
Serkomarê rêjîma Îranê Mesûd Pizişkiyan, tevî hemû sozên xwe yên ku bi çewt derketine, itiraf bi neşiyana rêjîmê li dabînkirina hiqûqên karmendan û padaşa perestar û malnişînkiriyan dike, ew yek lê halekê de ye ku perestar, malnişînkirî û qatên din ên civakê wek werzêr û kasibkar û kedkaran heta niha bi rêjeyeke zêde kombûnên nerizayteî li vê derheqê de bi rê ve birine û serkomarê rêjîmê di cihê dabînkina wan hewcehiyan, bi îtirafkirin bi neşiyana rêjîmê, cehda xwe derbaskirin ji wan pirsgirêkan dide.
Wî berpirsê rêjîmê li halekê de ku îtiraf bi neşiyana rêjîmê li dabînkirina wan hiqûq û padaşan de dike îtiraf bi kurtanîn a 25 hezar milyard Tumen bo dana padaşan bi perestar û malnişînkiriyan dike û ji aliyê din ve jî, îtiraf bi nebûna vê bûdceyê dike.
Rêjîma Îranê di cihê dabînkirina hewcehiyêpn xwe sedan milard Dolar ji dirafê xelkê Îranê her salê li Sûriyê de xerc dike ku niha beşeke wan wek cebilxane kevtine destê dijberên rêjîma “Beşar Esed” an bûne armanca êrîşên Îsraîl û jinav çone an bo kuştin û kawilkirina Xeze, Lybnan û Sûriyê hatine xerckirin.