Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê rojnamevaneka Îtaliyayî binçav kiriye

12:02 - 28 Kanûna pêşîn 2024

Wezareta Derve ya Îtaliyayê ragihand ku rojnamevaneka Îtaliyayî ji aliyê polîsê rêjîma Îranê ve hatiye binçavkirin ku bo rojnameya “IL Foliyo”  û kompaniya “Kora Media” kar dikir. Rêjîma Îranê wan girtiyan wek barimte bi kar tîne.

Roja Înê Wezareta Derve ya Îtaliyayê bi belavkirina daxuyaniuyekê ragihand ku rojnamevaneka Îtaliyayî ya bi navê “Sîsîliya Sala” li 19ê Kanûna pêşîn li bajarê Têhranê de ji aliyê polîsê rêjîma Îranê ve hatiye binçavkirin û Îtaliya bi micidî li pey vê mijarê kevtine.

“Sîsîliya Sala” ya temen 29 salî, wek rojnamevan li rojnameya Îtaliyayî ya bi navê “IL Foliyo”(IL Foglio) de kar dike û herwisa li beşa Padkest a şirketa deng a “Kora Media”(Chora Media)yê de jî kar dike.

Girtina rojnamevan û kesên biyanî li Îranê, mijareke nû nîne û beşek ji siyaseta neguher a rêjîma Îranê li hember welatên din bi taybet welatên Ewropayî û Amerîkayê ye û bi vê rêyê bilî vergirtina dirafeke gelek zêde, terorîstên xwe jî ji girtîgehên wan welatan derdixe û her dem ku rêjîma Îranê bixwaze wan girtiyan wek barimte bi kar tîne û bi tohmetên wek sîxurîkirin bo Îsraîl an welatek din, sizayên giran an bidarvekirinê bi ser wan de disepîne.

Rêjîma Îranê ji destpêka hatineserkara xwe ve heta niha jî bo bandorxistin bi ser biryarên welatan, vergirtina diraf û veguherîna terorîstên xwe digel kesên binçavkirî li Îranê, siyaseta bi barimtegirtinê bi kar aniye.