
Yêkitiya welatên Erebî bi belavkirina daxuyaniyekê, hoşdarî dane rêjîma Îranê ku xwe ji fitneçêkirina nava Sûriyê biparêze, û ragihandin ku haya me ji vê hindê heye ku rêjîma Îranê cehdê dike ku fitne û aloziyan li nava Sûriyê de çêke.
Welatên Erebî tevî hoşdarîdanê, testêverdan û fitneçîtiya rêjîma Îranê li Sûriyê de şermezar kir û amaje bi axivtina vê dawiyê a Elî Xamineyî kir ku daxwaz ji xelkê Sûriyê dikir ku bi dijî deshilata nû a Sûriyê rabin û deshilatê ji wan bistînin.
Elî Xamineyî gotibû ku ez daxwazê ji xortên xwedî hest û bi xîrete Sûriyê dikim ku bi dijî deshilata nû a Sûriyê serhildanê bikin û ez hivîdarim ku rewş wiha tena nemîne, piştî wan gotinên hayderane yê Xamineyî hinek alozî di navbera Şî’e û Sune û Kirîstianan de derket û ev alozî bû sedema kuştina dehan kesan.
Welatên Erebî wan gotinên Xamineyî gef û destêverdana aşkera li nava Sûriyê de dihesibînin û lewma haydarî dane rêjîma Îranê ku desta ji fitne û alozîxistina nava Sûriyê berde, hekî ne dê digel helwesta welatên Erebî hember bibe.
Piştî vê daxûyaniya Yêkitiya welatên Erebî bi dijî fitneçêkirina rêjîma Îranê û xwedî derkevtina micide vê yêkitiyê ji deshilata nû û aramiya nava Sûriyê, Serokwezîrê Îraqê jî bi avayekî fermî ragihand ku Îraq bi ti avayekê destêverdanê li nava karê Sûriyê de nake û dê cehdê bike weke welatekî cîran, cîranetiyekî baş biparêze.