
Hêza esmaniya Îsraîl, jêrxanên veguhastina cebilxaneya rêjîma Îranê li sinorê Sûriye-Lubnanê kirine armanc û herwisa artêşa Îsraîlê binkeyeke Hemasê li nexweşxaneyeke bajarê Xezê de ji nav bir.
Artêşa Îsraîl ragihand ku li roja Înê, yekeya 4400 a Hizbullahê ku cebilxaneya rêjîma Îranê bo Hizbullah û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê veduguhaze, rêyên curbicur li sînorê Sûriye-Lubnanê de çê kirine ku li operasiyoneke hûr de ji aliyê hêza esmaniya Îsraîl ve êrîşên berfireh bo derbelêdan bi vê yekeya Hizbullahê û jêrxanên veguhastina wan cebilxaneyan hatiye kirin û xisarên giran lêdane.
Qasê xisarên malî, û herwisa rêjeya kuştî an birîndarên vê êrîşa berfireh, belav nebûne.
Herwisa Artêşa Îsraîlê ragihand ku nexweşxaneya “Kemal Edwan” li taxa Cebaliye li bakûrê Xezê, ji 2 heyvan berî niha ve bi awayekî berçav bûye binkeya çekdarên Hemasê û Îsraîlê fermana valakirina vê nexweşxaneyê daye û piştî veguhastina nexweş û kadrên dermanî, li êrîşeke hûr û berfire de ew navenda Hemasê jinav birine, lê heta niha ti amarek ji kuştî û birîndarên hemasê li vê êrîşê de nehatiye zanîn.
Hevdem balafirên şerkere Îsraîl bi avayekî berfireh êrîş kirne ser çendîn binkeyên Husiyên Yemenê û dehan cih bi tundî bombebaran kirin û binkên Husiyan û cebilxane û sekoya havêtina mûşekan û jêrxan jinav birin.
Herwisa Başûr û Rojavayê welatê Sûriyê berdewam dibe armanca bombebarana îsraîl û binke û milîs û embarên cebilxaneya rêjîma Beşar Esed û rêjîma Îranê jinav dibin û diteqînin.