Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê derfet da Dem Partiyê ku digel “Ebdullah Ocalan” hevdîtinê bike

12:06 - 28 Kanûna pêşîn 2024

Dem Partiyê ragihand ku dewleta Tirkiyê biryar daye ku derfetê bide vê partiyê ku li girtîgeha Îmraliyê de hevdîtin digel rêberê PKK, “Ebdullah Ocalan” bike.

Dem Partiyê roja Înê 7ê Befranbarê ragihand ku dewleta Tirkiyê biryar daye ku derfetê bide vê partiyê li girtîgeha Îmraliyê de hevdîtinê digel rêberê PKK, Ebdullah Ocalan bike, dê ew yekem hevdîtina vê partiya Kurdî ji sala 2015ê ve digel “Ebdullah Ocalan” be.

Rêzadar “Ebdullah Ocalan” 26 sale li odeya takekesî li girtîgeha Îmraliyê de hatiye hebskirin û HDPê ku niha navê xwe guheriye bi Dem Partî, li sala 2015 a Zayînî de digel rêberê PKK Ebdullah Ocalan hevdîtin kir lê pêvajoya aşitî piştre rastî şikestê hat û hevdîtina vê Hizba Kurdî digel “Ebdullah Ocalan” qut bû.

Dewlet Baxçelî, serokê partiya MHPê pêştir daxwaz kiribû ku Ebdullah Ocalan bo parlemana Tirkiyê bê anîn ku li wir de daxwazê ji PKK bike çekên xwe danên û pêvajoya aşitiyê dest pê bikin, lê ew yek li vê demê ji aliyê serkomarê Tiriyê, Receb Teyîb Erdoxan ve nehate erêkirin.

Dem Partî piştî vê daxwaziya Dewlet Baxçelî, daxwaza hevdîtin digel Ebdullah Ocalan kiribû ku piştî derbasbûna zêdetir ji heyvekê, ew yek ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye qebûlkirin.