
Nûnerê xwediyên kar li şêwreya bilind a kar de ragihand ku şiyan û karê bajarokên pîşeyî li Îranê bi sedema qutbûna lipeyhev a berqê, zêdetir ji %50 kêm bûye.
Roja Şemî 8ê Befranbarê “Elîesxer Ahenîha” Nûnerê xwdiyên kar li şêwreya bilind a kar li hevpeyvînekê de ragihand ku qutbûna lipeyhev a berqê bûye sedem ku şiyana kar li bajarokên pêşeyî de zêdetir ji %50 kêm bibe.
Herwisa navbirî gotiye ku li demsala Havînê de me pirsgirêka berqê hebû lê li demsala Zistanê bilî qurbûna berqê, pirsgirêka nebûna gazê jî heye.
3 rojan berî niha jî berpirsê encumena sendîkaya xwedîkarên pîşeya sîman a Îranê “Elîekber Elwendiyan” ragihand ku bi sedema nebûna gazê, kar li 22 kompaniyên berhemanîna sîmanê de sekiniye û li beşke zêde ji kompaniyên din de jî bi sedema nebûna gazê, kar bi kêmî bi rê ve diçe û berhema wan gelek kêm bûye.
Pêka amarên kora cîhaniya Pola, berhemanîna pola li Îranê bi sedema qutbûna berqê li demsala Havîna îsal %46 kêm bûye.
Kirîza wize, bi taybet gaz û berq li Îranê tevî şikesta aborî bo wan şirket, kargeh û kompaniyan, xisarên gelek micid ên malî bi kedkar û karmendên wan beşan daye.
Herwisa beşeke zêde ji pîşeya Îranê, neçar mazot anku nefta reş bo berheanîna wizê bi kar tînin ku bilî lewitîna heva derbên giran bi tendirustiya xelkê daye.