Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da

12:11 - 29 Kanûna pêşîn 2024

Kasibkarekî xelkê bajarê Banê bi sedema sir û seqemê li bilindahiyên Hewt Taş a bajarê Banê, canê xwe ji dest daye û çend kolber jî li sînorê Bestamê ser bi bajarê Seqizê, li nav bagera befrê de bêserûşûn bûne.

Pêka rapora “Hengaw”ê sibêdeha roja Şemî 8ê Befranbarêa 1403 a rojî, Kasibkarek ê bi navê “Idrîs Nadirî”, xelkê gundê “Qol Ester”ê ser bi bajarê Banê bi sedema sir û seqemê li bilindahiyên deverî ya “Hewt Taş” a bajarê Banê, canê xwe ji dest daye.

Pêka vê raporê, “Idrîs Nadirî” li şeva pêştir de bi armanca veguhestina pezê xwe rû bi vê deverê kiribû ku bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest adye.

Termê wî kasibkarî, piştî ku ji aliyê xelkê deverê ve hatiye peydakirin, bo nexwşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê hatiye veguhastin.

Herwisa çend raporên xwecihî belav bûne ku didin xuya çend kolber jî li sînorê “Bestam”ê ser bi bajarê Seqizê li nav bagera befrê de bêserûşûn bûne û heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq qedera wan kolberan li ber dest nîne.