Li berdewamiya bbinçavkirina welatiyan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, 5 welatiyên din ên xelkê bajarên “Mihabad, Pîranşar û Serdeşt”ê ji aliyî îtilaata rêjîmê li wan bajarn de hatine binçavkirin.
Pêka rapora “Hengaw”ê sibêdeha roja Yekşemî 9ê Befranbarê, 2 welatiyên Kurd ên bi navê “Cemal Şêxepûr û Efşîn xelîfezade”, xelkê gundê “Qumqela”yê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya, veguhastine.
Li vê derheqê de roja Şemî 8ê Befranbarê, “Weyse Xefûrî” yê temen 25 salî, xelkê bajarê Pîranşarê û Xalid Mihemediyan” ê xelkê gundê “Nistan”ê ser bi bajarê Serdeştê û rûniştiyê bajarê “Rebet”ê, ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Ji aliyê din ve li roja Înê 7ê Befranbarê jî, ciwanekî temen 22 salî yê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Emîn Baziyan”, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatiye binçavkirin.
Ew ciwanên Kurd, bi awayê xoserane û bê hebûna belgeyên yasayî li êrîşkirina hovane ya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser malê wan, bi tundûtîjiyê ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.
Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina wan welatiyan tevî vekolîna malên wan, dest bi ser hejmarek ji tiştên wan ên kesîn de girtine û digel xwe birine.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên û cihê zagirtina wan nehatiye zanîn.