Rêkxirava Ensarulforqan kuştina berpirsê îdareya îtilat a rêjîma Îranê li bajarê “Bender Lingê” û herwisa birîndarkirina cihgirê wî li stuyê xwe girt.
Roja Yekşemî 9ê Befranbarê, rêkxirava Ensarulforqan kuştina berpirsê îdareya îtilata rêjîma Îranê li bajarê Bender Linge “Mucteba Şeîdîtextî” û herwisa birîndarkirin acihgirê wî yê bi navê “Cewad Çeter”li stuyê xwe girt.
Herwisa li vê rojê de, berpirsê giştî yê dadgehên rêjîma Îranê li parêzgeha Hormozganê de îdia kir ku kesek li vê derheqê de binçav kirine lê ti zanyariyek li derheq nasnameya wî kesî de belav nekir.
Berpirsê itilaata rêjîmê li dema ku maşîne dê bûye, bi rêya endamekî Ensarulforqan ku bomb bi xwe ve teqandibû hatiye kuştin û nûçegihaniya Tesnîm a ser bi spaha pasdaran a terorîst jî belav kiriye ku cihgirê wî berpirsê îtilaata rêjîmê jî birîndar bûye.
Rêkxirava Ensarulforqan, rêkxiraveke olî ya Sûnnî ya Belûçistanê ye ku li sala 1013 a Zayînî de ji tevlihevbûna 2 rêkxiravên “Tevgera Ensarê Îran û Hizbulforqan”ê hatiye avakirin.