Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destnekevtina dermanên nexweşiya Hêmofîlî bûye sedema canjidestana 24 nexweşan

11:44 - 31 Kanûna pêşîn 2024

Bi sedema nebûna bûdce, dermanên hewce bo nexweşên Hêmofîlî nayêne dabînkirin û destnekevtina wan dermanan bûye sedem ku li heyama 7 heyvan de zêdetir ji 24 nexweşên Hêmofîlî, canê xwe ji dest bidin.

Pêka gotina “Ehmed Qewîdil” ê şêwirkarê heyeta birêveberiya navenda Hêmofîliya Îranê, raguihandiye ku dermanên hewce bo nexweşên Hêmofîlî dest nakevin û bûdceya hewce bo dabînkirina wan dermanan nehatiye diyarîkirin û sala derbasbûyî jî 8 heyvan pirsgirêka micid a destnekevtina dermanên taybet bi nexweşiya Hêmofîlî hebû.

Herwisa navbirî ragihand ku 24 nexweşên Hêmofîlî bi sedema nebûna dermanan li 7 heyvên derbasbûyî de canê xwe ji dest dane û li heyama salê de ew derman bi carûbar dest dikevin û her carê nirxeke nû û bilindtir hene û ew yek jî pirsgirêkeke metirsîdar li ser canê nexweşên Hêmofîlî ye

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Hewceye ew derman bê qutbûn li ber destê nexweşan be”.

Destnekevtin û qutbûna dermanên taybet bi nexweşiya Hêmofîlî,  xisarên bê veger bi nexweşên Hêmofîlî dide û hekî ew derman bi dereng bikevin an derman bêwec bin, rastî hinek pirsgirêkên din tên ku gefa li ser canê wan nexweşan metirsîdartir dike.