Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê îtilaata rêjîmê ve berdewam e

11:51 - 31 Kanûna pêşîn 2024

Pêka dawî amaran li wan 2-3 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 4 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Pêka dawî raporên belavbûyî li roja Dûşemî 10ê Befranbarê, 4 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Hêdî Şadîxwah” ê kurê “Hesen” xelkê gundê “Sîngan”ê, “Rehman Tabiş”, Resûl Pûrxizrî” xelkê gundê “Sofiyan”ê û rûniştiyê bajarê Şinoyê û “Koroş Ezîzî”, ji aliyê hêzên dijemirovahiyên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin.

Herwisa li wan raporan de hatiye ku hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, bo binçavkirina wan welatiyên Kurd, bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala wan û bi awayekî tundûtîj ew binçav kirine û malên wan vekolîne.

Herwisa li bajarê Serdeştê de jî welatiyekî din ê xelkê wî bajarî yê bi navê “Îsmaîl Osmanî”, temen 24 salî ku karmendê îdareya post a wî bajarî ye, bi awayekî hovane û bi tundûtîj, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatiye binçavkirin.

Rêjîma Îranê, binçavkirina xoserane û bê belgeya yasayî, ya welatiyên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de lezgîtir û berfirehtir kiriye û tundûtîjtir ji berê welatiyan binçav dike.

Li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan, tî zanyariyek li ber dest nîne.