Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl li çend operasiyonên taybet de 14 milîsên Hemasê kuştin

11:52 - 31 Kanûna pêşîn 2024

Hêzên Şabak û Artêşa Îsraîl bi encamdana çend operasiyonên taybet de li devera Cebaliyayê, 14 milîsên Hemasê kuştin ku 6 ji wan milîsan li êrîş û cinanyeta hovaneya 7ê Octoberê de beşdar bûn.

Roja Yekşemî 9ê Befranbarê, Artîşa Îsraîl ragihand ku hêzên Artêşa Îsraîl bi hevkariya hêzên Şabak li devera Cebaliya li Xezê, li çend operasiyonîn taybet de 14 milîsên Hemasê kuştine ku 6 ji wan milîsan li kuştina xelkê bêtawan û encamdana cinayeta hovaneya li 7ê Octoberê de beşdar bûne.

Pêka vê raporê “Mihemed Ebdulhemîd Selah û 2 fermandeyên din ên Hemasê li êrîşekê de û Rasim Code, Zahir Ebd Rebo Mihemed Şehab û Elî magid Elî Remezan”, ên fermandeyên milîsên Hemasê li devera Cebaliyayê de hatine kuştin û wêneyên wan milîsan jî belav kirine.

Artêşa Îsraîl û saziya Ewlehiya Îsraîlê, Şabakê bi tekezî ragihandine ku li pey bikerên cinayeta 7ê Octoberê kevtin û heta wan siza nekin, ew operasiyon dê berdewam bin.

Herwisa û li derheq jinavbirina metirsiyên bo ser Îsraîlê, li ragihandinên Îsraîlî de girte vidyoyek ji operasiona hêzên taybet ên Artêşa Îsraîlê belav bûye ku dide xuya 2 heyvan berî revîna Beşar Esed ji Sûriyê, navenda berhemanîna mûşekên rêjîma Îranê li taxa “Mesiyaf” li derdora bajarê Demişqê ji aliyê wan hêzên taybet ve tê teqandin.