Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê hêz û cebilxaneyeke mezin gihande Rojavayê Kurdistanê

11:54 - 31 Kanûna pêşîn 2024

Li berdewamiya êrîşên girûpên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê, hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê, karwaneke mezin ji hêz, cebilxane û çekên hewce gihandine Rojavayê Kurdistanê.

Roja Duşemî 10ê Befranbarê, karwaneke serbazî ku zêdetir ji 60 kamiyonên barhilgir li xwe girtibû û tejî cebilxane û çekên hewce bo Rojavayê Kurdistanê û hêzên HSDê ne , ji aliyê hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê gihandine binkeyên xwe yên li parêzgehên Heseke û Dêrezorê.

Alîkarî û piştevaniya Amerîka û hêzên hevpeymanan li halekê de ye ku pêka lihevkirinên hêzên siyasî li Sûriyê, hêzên çekdar ên li Sûriyê dê hemû li jêr navê hêza berevaniya Sûriyê kom bibin û yekeyên serbaziyên xwe yên pêştir hilveşînin.

Ehmed El-Şer`i, serokêTehrîr El-Şamê li vê derheqê d eragihandiye ku hêzên Kurdî dê li çarçoveya wezareta Beravaniya Sûriyê de bin û em digel HSD li pêwendiyê de ne ku pirsgirêkan çareser bikin û rojavayê Kurdistanê beşek ji welatê Sûriyê ye.

Ji aliyê beşeke hêzên desthilata nû li Sûriyê, êrîşên berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê têne kirin, lewma hêzên Rojavayê Kurdistanê neçerin berevaniyê ji xwe bikin û heta niha hemû êrîşên bo ser Rojavayê Kurdistanê hatine şikandin û derbên giran bi wan êrîşkeran dane.