
Malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember siyasetên çewt ên xwediyên pîşkên vê îdareyê dane xuya.
Roja Duşemî 10ê Befranbarê li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya muxabirat li parêzgehên, “Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam”ê, kombûnên berfireh ên nerizayetiyê li derheq siyasetên çewt ên birêveberiya beşa taybet a vê şirketê nerizayetiya xwe dane xuya.
Spaha pasdaran a terorîst, xwediyê %51 a pişkên şirketa muxabiratê ye û ew şirket ji aliyê spaha pasdaran û beyta rehberî ya rêjîma Îranê ve tê birêvebirin û stada birêveberî ya beyta rehberiya rêjîmê û “bonyada te`avon” a spaha pasdaran li dariştina bername û siyasetên vê şirketê de rola serekî hene.
Nedana bîme, nebûna xizmetguzarî bo malnişînkiriyan, çaresernekirina pirsgirêkên malnişînkiriyan, nedana hiqûqê salane û padaşan, beşek ji pirsgirêkên bingehîn ên malnişînkiriyan in ku çend sale bi vê sedemê kombûnên nerizayetî bi rê ve dibin û birêveberên vê şirketê, heta niha ti bersivek bi wan malnişînkiriyan nedane û ti pêngavek bo çareserkirina pirsgirêkan hilnegirtine.
Li vê rojê de li parêzgehên din ên Îranê ên wek “Xûzistan, Mazenderan, Gîlan, Îsfeyan û Tewrêz”ê de jî kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyên îdareya muxabiran ve hatine lidarxistin.
Herwisa li vê rojê de mamostayên malnişînkirî li bajarê Sinê û kedkarên pîşeyî yên neft û gaza Îranê li çend yekeyan de kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.