Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina xelkê ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

11:59 - 31 Kanûna pêşîn 2024

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Elîgoderzê de kesekî xelkê Efxanistanê ku pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hate bidarvekirin.

Pêka rapora mafê Mirovê Îranê li sibêdeha roja yekşemî 9ê Befranbarê, “Celal Sitanekzey” ê xelkê Efxanistanê ku pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hate bidarvekirin.

Herwisa 3 kes li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, 3 binçavkiriî li girtîgehên rêjîmê li bajarên Qezwên û Tewrîzê de hatine bidarvekirin.

Herwisa girtiyek li girtyîgeha rêjîmê li bajarê Erakê û li girtîgeha Çobînder a rêjîmê li bajarê Qezwênê de 2 binçavkiriyên din jî hatine bidarvekirin.

Rêjeya bidarvekirinan li girtîgehên rêjîme de zêdetir bûye û rêjîma Îranê bo fetisandina dengê nerizayetiya xelkê, serkutkirin û tepesaeriya zêder a xelkê Îranê bi taybet xelkê “Kurd û Belûç” bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê wek alavekê bi kar tîne.