Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gef li ser can û tendirustiya 2 welatiyan li girtîgehên rêjîmê li Têhran û Seqizê ye

10:40 - 5 Kanûna pêşîn 2024

Gef li ser tendirûstî û canê girtiyekî siyasiyê Kurd li girtîgeha Êvîn a rêjîmê û gef li ser tendirustiya girtiyekî kurd li girtîgeha rêjîmê li bajarê Seqizê de ye û rêjîma Îranê îzna çareseriya dermanî nade wan girtiyan.

Pêka raporên belavbûyî “Motelib Ehmediyan” girtyiyê siyasiyê Kurd ku 15 sal e li girtîgeha Êvîn a rêjîmê li bajarê Têhranê de hewsî ye, bi sedema çendîn nexwşiyên metirsîdar wek şêrpencê, canê wî li metirsiyê de ye û tevî biryara pizîşkan, dadistanê rêjîmê li Têhranê, digel çona wî bo nexweşxaneya derveyî girtîgehê dijateyiyê dike û heta digel mirexesiya dermaniya wî jî dijayetiyê dike û rewşa tendirûstiya wî nebaş û metirsîdar e.

Herwisa çalakvanekî kedkarî yê binçavkirî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Seqizê yê bi navê “Osman Îsmaîlî” rastî pirsgirêka micid a çav hatiye û herwisa jan û êşa çendîn nexweşiyên din ên giran jî dikêşe û hewcehî bi çareseriya lezgîn a pizişkî heye, lê berpirsên girtîgehê bo çareseriya pizîşkî, mirexesiyê nadne wî girtiyê Kurd.

Navbirî li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de li heyva gelawêja sala 1402 a Rojî de ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê ve 16 heyv hewskirin bi ser de hatiye sepandin.