Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 35 şirket û gemiyên nefthilgir ên Îranê dorpêç kirin

10:42 - 5 Kanûna pêşîn 2024

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 35 şirket û gemiyên nefthilgir ku pêywendî bi ticareta neyasayî û veguhastina nefta rêjîma Îranê hebûne, li lîstê dorpçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja 13ê Sermawezê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 14 şirketên tomarkirî li “Hindistan, Îmarat, Çîn, Hong Gong, Pakistan, Lîbêriya, dorgeyên Marşal û Îran”ê, bi sedema rola wan li ticareta neyasayî ya nefta rêjîma Îranê, li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê, zêde kirine.

Herwisa 21 gemiyên neftkêş ku li veguhastina neft, berhemên neftî û pêtrokîmiya rêjîma Îranê de rol hebûne li wî listî de hatine zêdekirin.

Pêştir “Claire Jungman” a birêvebera “Oil Tanker Tracking Department” anku beşa lipeyketina neftkîşan, li saziya Yekîtiya li dijî Îrana Navkî” de gotibû ku pêka amarên vê saziyê, nêzî 400 neftkêş ên “navgana sîber” ku li qaçaxkirina nefta rêjîma Îranê de rol hebûne, tomar kirine ku hejmareke zêde ji wan hêj li lêstê dorpêçan de nehatine zêdekirin.

Herwisa şirketa şêwirkar a “Vortexa” li heyva derbasbûyî de belav kir ku zêdetir ji 190 gemiyên neftkêş ên navgana sîber, şiyana hilgirtina zêdetir ji 2 milyon bermîl neftê hene û heta niha %60 a wan li lîstê dorpêçan de nehatine zêdekirin.