Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên Kurd bi awayekî hovane binçav kirin

10:43 - 5 Kanûna pêşîn 2024

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Seqizê de bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala 2 welatiyên Kurd û bi awayekî dirindane bi lêdan, kutan û îşkencekirinê, ew binçav kirine û bo ciheke nexya veguhastine.

Roja 12ê Sermawezê, hêzên itilaata rêjîmê li bajarê Seqizê de bê hebûna ti belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala 2 welatiyên Kurd li gundê “Mewlanava”yê ser bi bajarê Seqizê û 2 welatiyên Kurd ên bi navên”Husên Fîrûzî û Hîwa Feyze” binçav kirine.

Pêka rapora “Kolber News”ê, hêzên îtilata a rêjîmê bi awayekî dirindane û bi awayekî tundûtîjî û sivkatîkirinê, bi lêdan û îşkencekirinê ew 2 welatiyên Kurd binçav kirine.

Tevî hemû lipeykevtinan, heta niha ti zanyariyek li drheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan 2 welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.