Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê de hate girtin

10:45 - 5 Kanûna pêşîn 2024

hêzên îtilaat a rêjîma Îranê li bajarê Bokanê, ciwanekî xelkê wî bajarî binçav kirin û bo ciheke nexuya vegihastin.

Roja Çarşemî 14ê Sermawezê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Soran Yûsifî” temen 36 salî, xelkê Gundê “Silamet” ser bi bajarê Bokanê, ku bavê zarokekî biçûk e, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka vê raporê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî li demjimêrên sibêdehê, êrîş kirine ser mala “Soran Yûsifî” li gundê Silamet û ew binçav kirine û nerohnbûna qedera wî bûye sedema nigeraniya malbat û kesûkarên wî.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî, li ber dest nîne.

Li vê derheqê de roja 10ê Sermawezê, hêzên itilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Bokanê de bi kincên medenî, bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kiribûne ser mala welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdula Qulîzade” û ev digel kurê wî yê bi navê “Hêmin Qulîzade”, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.