Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 girtî li Îlamê û yêk jî li Zahidanê bidarvekirin

10:46 - 5 Kanûna pêşîn 2024

Rêjîma mirovkuje Îranê 4 girtî ku 2 ji wan Jin bûn, li girtîgeha xwe ya bajarê Îlamê de bidarvekirin.

Roja 13ê Sermawezê 4 girtî bi navên Ferîde Ceiferzade xelka Îlamê, Eliye Kawirîzade xelka Dêhloranê, Hesen Hesenbêygî û Ebdulwehab Babaxaniyan xelkê Bedre li girtîgeha Îlamê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatne bidarvekirin.

Ev 4 girtiyane pêştir li dosyayên bi sûçê kuştina bi zanebûn hatibûne girtin û piştre li dadigehên rêjîmê de hikmê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Heya niha nûçeya bidarvekirina wan girtiyan bi avayê fermi ji aliyê ragihandin û organên rêjîmê ve nehatine belavkirin.

Roja 14ê Sermawezê jî girtiyekî Belûç li girtîgeha rêjîmê li Zahidanê de hate bidarvekirin.

Gorî rapora Resed Belûçistanê girtiyekî Belûç bi nave Mehdî Husêyn zehî, temen 25 salî kurê Ebdulxefûr xelkê bajarê Mêhrstanê bi sûçê kuştina bi zanebûn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de hate bidarvekirin.