Li parêzgeha Fars de balafireke fêrkarî ya hêza esmanî ya artêşa rêjîma Îranê kevte xwarê û 2 piledarên hêza esmaniya rêjîmê, hatine kuştin, sedema kevtine xwarê û hebûna wan 2 piledran payebilind li balafireke fêrkariyê, nehatiye zanîn.
Pêka raporên belavbûyî, balafireke fêrkarî ya hêza esmaniya artêşa rêjîma Îranê li devera çiyayî ya “Molî Feile” û bajaroka “Destxêyb” li navbera bajarên Fîrozabad, Qîr û Kazirûnê de kevtiye xwarê û 2 kesên li vê balafirê de hatine kuştin, hinek çavkaniyên ser bi rêjîma Îranê belav kirine ku ew balafir bi sedema lêketin bi çiya jinav çoye.
Parêzgariya parêzgeha Fars jî belav kiriye ku balafireke şerker a ser bi wezareta berevanî û piştevaniya hêzên çekdarê ên rêjîma Îranê li dema firîna fêrkariyê de rastî bûyerê hatiye.
Gotinên cuda li derheq vê bûyerê ji aliyek û hebûna 2 piledarên payebilind ên bi pileya Serhengî li balafirekê ku ya fêrkariyê bûye û çetra xwerizgarkirinê jî nebûye, cihê şik û gumanê ye ku rêjîmê rol li kuştina wan de hebe.
Pêka raporên rêjîmê, serheng “Hemîdriza Rencber” û Serheng “Menûçêhr Pîrzade”, li vê bûyerê de hatine kuştin.