Jineke temen 40 salî ya xelkê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên arttêşa azad a Sûriyê ve hate kuştin û serê vê jina Kurd ji aliyê wan cinayetkarên hov ve bi nemirovane hate birîn.
Pêka raporêpn belavbûyî, jineke temen 40 salî ya bi navê “Amine Henan” ku dayîka 3 zarokan û hevjîna welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Hacî Şêxo” ê xelkê bajarê Efrînê ku kedkarê kangehê bûye, li êrîşa hovaneya hêzên artêşa azad a Sûriyê bo ser bajarê Efrînê, li mala vê de bi awayekî dirindane hatiye kuştin û serê vê jina Kurd hatiye birîn.
Pêka wan raporan, hêza hevpar a yekeya Hemze ya ser bi artêşa azad a Sûriyê ew cinayeta hovane kirinê û serê vê jina Kurd avêtine nav malê.
Hêzên Kurdî bi beşdariya xelkê deverên Rojavayê Kurdistanê, li deverên xwe de beravaniyê li xwe dikin û ji aliyê hêzên rêjîma Beşar Esed û herwisa dijberên rêjîma Beşar Esed ve, bi giranî dikevne ber êrîşê lê ew ber xwe didin û li hember wan hêzan sekinîne.