Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li nav bajarê Hemayê, dest pêkiriye

10:59 - 5 Kanûna pêşîn 2024

Hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed, bajarê Hemayê dorpêç kirine û şer li nav wî bajarê de dest pêkiriye, hêzên Kurdî li hember artêşa rêjîma Beşar Esed û hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed, beravanî li xwe dikin.

Li halekê de ku hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed bajarê Helebê û derdora vê xistine jêr kontrola xwe, bajarê Hemayê jî ji 3 aliyan ve dorpêç kirine û şer li nav bajar de dest pêkiriye û li bajarê Helebê de taxên Kurdan berevaniyê ji xwe dikin û nîşançiyên Kurd nahêlin hêzên dijber, bêne nav taxên wan.

Herwisa artêşa Rûsiyê bi rêya navên şerker li deryaya naverast 5 mûşek avêtine dijberên rêjîma Beşar Esed û balafirên Rûsî jî hinek deverên li jêr kontrola dijberên rêjîma Beşar Esed bombebaran kirine.

Li deverên Kurdistanî wek devera Efrînê jî çendîn welatiyên medenî yên Kurd bi sedema topbarana hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed birîndar bûne û hejmarek jî hatine şehîdkirin.

Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê ragihandiye ku dijberên rêjîma Beşar Esed, rêyên li navbera Hema-Reqe û Hema-Heleb ê daxistine û pêşrevî li nav bajarê Hemayê berdewam e.

Hêzên HSD bi hevkariya Kurdên wan deveran bi tundî bersiva her êrîşekê bo ser deverên Rojavayê Kurdistanê didin û heta niha çendîn şehîd û birîndar jî hebûne.