Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 483an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

11:23 - 7 Kanûna pêşîn 2024

Hejmara 483an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

 

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1- Gotareke li jêr nave “Hewcehiya lezgîn”, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 2- Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 16ê Sermaweaz, roja kêmendaman.

Rûpela 3- Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 25ê November.

Rûpelên 4 gotara - Himbêzkirina volkan, ji nivîsa Kerîm Perwîzî û wergêra Bêhzad Simko.

Rûpelên 5 gotara - Pêşeroja “kûrahiya startejîk” a Komara îslamiya Îranê, ji nivîsa Îsmaîl Şerefî û wergêra Bêhzad Simko.

Rûpela 6 gotara -  Sîstema totalîter serçaveya nepotîzmê ye, ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpela 7 gotara - Huner û mûzîka Kurdî bûye qurbaniya dagirkariyê!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpelên 8 – Rapora simînara li parlemana Ustraliyayê de ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve ku  bi rê ve ço.

Rûpela 9 gotara - Îro hêza herî mezin, hevrêzî û tifaqa li ser esasê hişmendiya netewî ye!. Ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 10 gotara - Ji Serdema Ortê virve koçberkirina kurdan, ji nivîsa Sidîq Bozerselan.

Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e ku temsîla rewşa herî dijwar a gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike ku bi sedema şer ve jin û zarok dibne qurbanî û derbider dibin. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.