Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya nexdî û girtîgehê bi ser welatiyekî xelkê bajarê Pîranşarê de sepand

12:06 - 7 Kanûna pêşîn 2024

Welatiyekî Kurd ê mamostayê zimanê Kurdî li bajarê pîranşarê de ji aliyê dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê de 5 hev sizaya girtîgehê û 15 milyon tumen sizaya nexdî bi ser de hatiye sepandin.

Pêka rapora Kurdpayê, mamostayê zimanê Kurdî, “Hacî Berze” yê endamê Navenda Çandî û Hînkariya “Beyan” û birayê “Bapîr Berze”, girtiyê siyasiyê Kurd, ji aliyê taya 102 a dadgeha sizakirina 2 ya rêjîmê li bajarê Pîşanşarê de bi dadweriya “Emîr Mihemedî”, 5 heyv hewskirin û 15 milyon Tumen sizaya nexdî bi ser de hate sepandin.

“Hacî Berze” bi tohmeta “propagande li dijî rêjîm” 5 heyv hewskirin û bi tohmeta “belavkirina tiştên çewt” 15 milyon Tumen sizaya nexdî bi ser de hatiye sepandin.

Navbirî li roja Duşemî 7ê Cozerdana 1403 bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon tumenî bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê, hatibû azadkirin.

Navbirî li 19ê Banemera 1403 ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bê belgeya yasayî li cihê karê xwe de hatibû binçavkirin.

“Hacî Berze”, birayê “Bapîr Berze”, girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê gundê “Çiyane” ser bi bajarê Pîranşarê ye ku li 23ê Befranbara 1402 bi armanca cîbicîkirina sizaya girtîgehê, bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin.