Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê milyardek Dolar ji dirafê xelkê Îranê bo Hizbullahê şand

12:09 - 7 Kanûna pêşîn 2024

Li halekê de ku serkomarê rêjîmê îdia dike bo dana hiqûqê karmendan û perestaran û malnişînkiriyan dirafê hewce nînin, berpirsê Hizbullahê spasî ji Elî Xamineyî kir ku dirafeke zêde bo malbatên Hizbullaha Lubnanê şandiye.

Pêka gotina çendîn çavkaniyan, Elî Xamineyê rêberê rêjîma Îranê, milyardek Dolar ji dirafê xelkê Îranê bo Hizbullahê şandiye, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê bi hêceta vê yekê ku ti dirafek nînin, nikarin hiqûqê karmend û perestaran û malnişînkiriyan bidin, lê bo malbatên Hizbullahê li Lubnanê, milyardek Dolar, dişînin.

Li vê derheqê de “Neîm Qasim” ê serokê Hizbullha Lubnanê tevî îşarekirin bi şandina diraf ji aliyê rêjîma Îranê, spasî ji Elî Xamineyî û spaha pasdaran a terorîst kir ku alîkariyeke gelek zêde bo wan şandiye û ragihand ku heta niha 57 milyon Dolar li navbera 170 hezar malbatên Hizbullahê ku xisar bi wan ketiye dabeş kirine.

Serokê Hizbullahê ti îşareyek bi rêjeya vê alîkariyê nekiriye lê pêka çavkaniyên cuda, rêjîmê 1 milyard Dolar bo Hizbullahê şandiye.

Xelkê belengaze Îranê nikarin hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe dabîn bikin, lê rêjîm dirafê hewce bo xelkê, didize û bo Hizbullahê dişîne.