Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Beşar Esed, şiyana serbazî û birêveberiya xwe ji dest daye

12:11 - 7 Kanûna pêşîn 2024

Li halekê de ku bajarê Dêrezorê û devera sînoriya Elbûkemal kevtiye jêr kontrola “HSD”, Rûsiyê sîstema berevaniya esmaniya S400 bo bajarê Qiraxaviyê Tertûsê veguhastiye û parêzgeha El-Swîda kevte destê dijberên rêjîma Beşar Esed.

Li halekê de ku Îsraîl xwe bo egera herifîna rêjîma Beşar Esed amade dike û Hêzên Kurdî tevî berevaniya rewa ji xwe, çendîn deverên Kurdistanî girtine jêr kontrola xwe û bajarê Dêrezorê û devera sînoriya Elbûkemal ku girîngiyeke stratejîk bo rêjîma Îranê bo veguhastina bejayî ya cebilxaneyan bo milîsên ser bi vê rêjîmê heye, xistine jêr kontrole xwe.

Herwisa parêzgeha El-Swîda binke û balafirxaneyên serbazî yên rêjîma Beşar Esed kevtine destê dijberên rêjîma Beşar Esed.

Hêzên spaha pasdaran a terorîst ji Sûriyê direvîn û binke û navendên wan de ti hêzeke rêjîma Îranê nemaye û beşek ji wan ji sînorê ElbûKemal re bo aliyê Îraqê ve revîne.

Herwisa bajarê Hemmayê kevtiye destê hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed û hêzên Tehrîr El-Şam gihîştine nêzî bajarê Humsê û pêka rapora Skay Newsê hêzên artêşa Sûriyê ji wî bajarî revîne.

Rêjîma Bedşar Esed, dem bi dem zêdetir kontrola deverên jêr fermana xwe ji dest dide, û gorî dawî zaniyariyan dijberên rêjîma Sûriyê geheştine 30 kîlomêtriya Şamê paytextê Sûriyê û hêzên opozîsyonê dibêjin em pêşrewiyê dikin heya bigehne nava paytext, artêşa rêjîma Beşar Esed jî li warê teknîkî û fermandehî şikest xwariye.