
Li demekê de ku egera revîna Beşar Esed ji Sûriyê heye, Îsraîlê enbarên çekên kîmiyayî û startrjîk ên rêjîma Beşar Esed bo vê ku nekevin destê girûpên dijberî rêjîma Beşar Esed, ew kirine armanc û teqandin.
Hêza Esmanî ya Artêşa Îsraîl, enbarên cebilxaneya çekên kîmiyayî û stratejîk ên rêjîma Beşar Esed kirine armanc û teqandine û ragihan armanc ji vê êrîşê bo vê hindê bûye ku ev çek nekevtine destê girûpên dijberê rêjîma Esed.
Îsraîl hêzekî zêde kêşaye ser sinûrê Sûriyê û hemî amadekarî kirine bo sernixûniya rêjîma Beşar Esed, herwisa Îsraîl ragihand ku li devera Xezê de jî fermandeyê yekeya esmanî ya Hemasê, Nezal Elnecar, li êrîşeke esmanî de li Xezê kuştiye.
Pêka raporên cuda, Beşar esed digel malbata xwe ji Sûriyê reviye lê hinke çavkaniyan jî ew yek red kirine û îdia dikin ku beşar Esed li Sûriyê de ye.
Pêka hinek raporan Besar Esed reviye Têhranê û hinek çavkaniyan jê ragihandine ku malbata wî bo aliyê Rûsiyê revîne lê ya xuya, lawazbûna yekcarî ya vê rêjîmê li hember hêzên dijber e.
Hêzên “HSD” hewla rizgarkirina bajarê Elmeyadînê didin lê nûçegihaniya Reutersê ragihandiye ku rêjîma Îranê hewla şandina cebilxane û bi taybet diron û hêzên serbazî bo alîkarîdan bi rêjîma Beşar Esed dide û alîkariya zanyarî û piştevaniya mahwareyî dide rêjîma Beşar Esed.